JÊGIRTINÊN JI PIRTÛKA ÎSLAM ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI

DESTPÊK

Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD

  • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin.
  • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin.
  • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji aliyê dewleta osmani ve hatin meşandin paşê ji aliyê qaçaran ve jî hatin meşandin.
  • Li Tirkiyeyê pirsa Kurd piranî di nav têgehên paşdemayîbûn, dîndarî û eşîrîbûna Kurdan de hat nîqaşkirin û wek paşdemayîbûna herêmî û neserkeftîbûna medenîkirin û entegrekirina bi aboriya neteweyî û bazarê hate nîşandan.
  • Çaxê desthilata mêtinger hebûn an nasnameya bindestan ji nû ve çêdikin, ew jinûveçêkirina pêk tê realîteya bindestan temsil nake lê wê çeloxwarî dike.
  • Koma bindest bi awayekî ku însaniyeta wan xuya neke û sûcên koma serdest bê rewakirin tên temsîlkirin.
  • Esasê rizgarîya neteweyekê ne ya neteweyî ye lê perwerdehî ye. Mifteya perwerdehiyê ziman e.
  • Bi qewlê Houston, bi vî awayî wan armanc dikirin zimanên ne-serdest têxin halê “heteroglossia (pirzimanî)” ku bi wan zimanan êdî nikare bê fikirîn an “texeyulkirin.
  • Dîrokên fermî ji kuştin û talankirinê pê ve qala tiştekî wî nakin • Tê gotin li Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî kopiyek 14 Madeyên Wilson her tim bi xwe re digerand û bo daxwaza serxwebûna Kurd rewa bike ew wek referans nîşan dida.
  • Di sala 1920î de, heftê û pênc endamên Kurd hebûn ku wek Kurdistan Mebusları dihatin zanîn di nav mebûsên osmanî yên di parlamentoyê de. Serokê parlamentoyê Seyid Abdulqadir, kurê Şêx Ubeydulahê Nehri bû.
  • Di 1922yan de ev rewş ji hundir ve û navneteweyî ve guherî û ji bo Kurdan xirab ket.
  • Kemalîstan qewlên xwe yî dabûn Kurdan neanîn cî û heta di sala 1924an de axaftina bi Kurdî qedexe kirin.
  • Eşîr an paşdemayîna civakê temsil dikirin. Eşîr dihat mehkûmkirin ku bê tunekirin ji bo xatirê pêşketina kolektîvîteyeke mezintir.
  • Ideologên wek Gokalp bawer dikirin ku dewleteke pir-neteweyî ne mimkun bû û netewe divê homojen bûya ku dewlet bikaribe bijî. Artêş kakila neteweyê ye ITP û Kemalîst artêşê bi neteweyê ve dikin yek.
  • Projeya dewletê ya ji bo jinûveparvekirina axê, hedefa wê endezyariya civakî bû. Ev, ji bo guhertina demografiya herêmê û li wir bicîkirina tirkên etnîk hat kirin. Ev jinûveparvekirina axê beriya serhildana Şêx Seîd dewam dikir.
  • Nemaze, nijada tirk wek dewletsazker tê nasandin. Ji ber vê, dewlet baldar bûye ku bûyeran li gor vê bi çarçove bike. Wek mînak, di sala 1920î de, ji bo piştgiriya Kurdên sunî bi dest bixe, dewletê serhildana Koçgirî wek serhildaneke jirêderketî ya dij-xelife dax kir, lê di komkujiya gelê Dêrsimê ya 1937an de, heydûdî (eşkiyalık) bû têgeha dewletê.
  • Gokalp pir zêde di bin bandora nerînên Durkheimî de mabû.
  • Gokalp ayeta Qur’anê 59/4a şîrove dike û dibêje “islama heqiqi” ne destê dewletê girê dide di zagonçêkirinê de ne jî ti komên taybet ji bo peywira içtihadê -muhakemeya adli ya serbixwe- wezîfedar kiriye; içtihad mafê herkesi ye û loma saziyek wek Şêxulislami tevi saziyên ruhanî yên din divê bê rakirin.
  • Belavkirina axê (land reform) de endazyeriya etnografik jî hat kirin.
  • Li ser nave populizmê, zimanê Kurdî li qadên giştî hate qedexekirin (1924); li ser navê rakirina feodalizme, axayên Kurd û rewşenbir ji bo sirgunê hatin şandin rojavaya Tirkiyeyê.
  • 3 Adara 1924an, Diyanet İşleri Başkanlığı, Serokatiya Karubarên Oli hat Damezrandin . Di vê rewşê de islam bi temami dibe oleke fermi (dewletê).

HIZRA ISLAMI YA SIYASI YA MODERN, “ISLAMIZM” Û NETEWEPERWERÎ*

  • Muhammad ‘Abduh : Ji ber ku tirk dereng bûne misilman, nikaribûne ruhê îslamê fam bikin.
  • Kewakibi pir zelal dibêje bicianîna peyama Pêxember û vejîna îslamiyetê tenê bi riya damezrandina xelifetiya ereb gengaz e. Di wê baweriyê de ye jî ku xelifeyekî ereb ancax dikare rizgariya (felah) ereban pêk bîne.
  • Li gor Kewakibi, islam û ereb nikare ji hev bên vegetandin u heyfa xwe lê tîne ku tirk bûne misilman…
  • Dawiya sedsala 19emîn û destpêka 20emîn de, ereban gotara xelifetiyê ji misilmanên din zêdetir “etnîsize” kirin.
  • Konferansa ji bo vejîna xelîfetiyê di 1926an de li Qahireyê hat lidarxistin.
  • Ne şert e xwe bêdîn bibîne dema sînorên netewe-dewletê tesdiq dike.
  • ISIL (deaş) bixwe bertekek erebên suni ye li hember geşedanên ku di dehsalên bori de li Iraq û Sûriyeyê rû dane.
  • Wek hemû netewe-dewletên din, siyaseta karên derve ya dewletên islami bi gelemperi ji aliyê “berjewendiyên neteweyi” ve tên diyarkirin.
  • Iqbal nîqaş dike ku “hestên welatparêziyê ku hizra neteweyî tine bira mirov, cureyek perestiya objeya materyal e, ev jî li dijî ruhê îslamê ye ku wek protestoyek li hemberî hemû awayên kone û qebe yên putperestiyê peyda bûye.
  • İslamîst dema tên ser desthilatdariyê, mecbur dimînin gelek fikrên xwe yên mexrûr, “gerdûnî” biterikînin ji ber hewcedariya berjewendiyên banal ên dewletê.

KURD Û ÇÊKIRINA “XWETIYÊN NETEWEYÎ

  • Belkî cara yekem, hin gotarên nêz-Kurd ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ên takekes ve hatine nivîsandin, di rojnameyên osmanî de xuya dikirin. Ev nîşandêra rewşeke xeter bû ku neteweya serdest xwe tê de dît.
  • Tercuman-ı Hakikat de ji Kurda re “Kurdên Biterrî” yanê Kurdên Heywan dihatin binavkirin. Her wisa Curia Durian (rojnameyek nêz-ermen) de Kurdan re, bi giştî heydût (umumen haydut) dibêjin.
  • Dewleta osmanî hewl dida ermen li hember Kurda kiş bike, taybetî dema hilatina şêx Ubeydulah dît û ermenên herêmê ber bi wî ve çûn.
  • Dawiya dawî,” digot nivîskar, ermen idia dikin ev der Ermenistan e û li vir cî ji Kurdan re tuneye; divê an hûn koç bikin Iranê yan jî bibin teb’aya me.
  • Kurd nikaribû xwe bigihênin çapameniyê, heta ya tirkî jî, lê ermen dikaribûn bi hêsani têkevin nav çapameniya ewropî û Kurdan wek hov teswir bikin.
  • Nivîsek ji Tercuman-ı Hakikat : Gelek gelên li Iraqa ereb, Heleb û hemû herêmên li Şamê, çi tirk be çi ereb be… bêyî Kurdî bizanibin nikarin bibin ulema. Di nav van ulemayan de filozofên wisa hene ku nîqaşên wan ên teolojîk wê Voltaire-ger ji gora xwe rabe û rastî wan were- têk bibira. Lewma wê çare nemaya li hember wan xwe bitewanda û raseriya wan bipejiranda.
  • Temama gotara şaristanîbûnê ji bo rewakirina îdiayên siyasî yên dijber bû û ji bo piştrastkirina ka kijan civat têra xwe ‘wêrar bûye’ (evolved) da ku bikaribe layiqî dewletbûnê bê dîtin.

VEJÎNERIYA ISLAMÎ Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ DI DIWANA ŞÊX ‘UBEYDULAH DE*

  • Şêx hêza xwe ya yekitiya Kurd (Kur- dish League) ku yekitiyek fireh a Kurdên osmanî û îranî bû, bi kar anî û piraniya beşên Kurdistanê yên di bin desthilata qacaran de bûn, kir bin kontrola xwe.
  • Şêx têk çû û di navbera artêşên qacar û osmanî de ma.
  • Şêx şandin bo Stenbolê. Piştî reva wî û vegera ji bo Hekariyê, osmaniyan vê carê ew şand sirgunê bo Hîcazê ku heta koça dawî ya di 1883ya de lê ma.
  • Lêkolînerên wek David McDowell bêyî ku delîlên pêewle parve bike,” teşebisa Şêx wek “planeke li Stenbolê hatiye amadekirin ku piştevaniyek neîfşakirî pêşkêşî Şêx ‘Ubeydulah kiriye da ku tevgereke ku bikaribe dij-hevsengiyiyekê çêbike li hember tehdida ermenan. Dîsa bi awayekî şibîner, Hakan Özoğlu hewl dide raperîna Şêx tenê wek bertekeke dînî ku tenê bi Stenbolê ve bê girêdan teswîr bike.
  • Belgeyên osmanî bi awayekî eşkere radigihînin ku dewlet ji bo encamên muhtemel ên raperîna Şêx ên li aliyê osmanî yê sînor ketiye nav fikaran. Wek mînak, Wezîrê Berevaniyê ragihandiye ku Şêx tevî 70,000 çekdarên di bin emrê wî de kontrola hemû Azirbaycana Rojava kiriye destê xwe û serxwebûna Kurd îlan kiriye.
  • Kaptan Clayton jî di yek raporên xwe de nivisandiye ku Şêx “planeke wi ya berfireh heye bo lihevcivandi na hemû Kurdan bo dewleteke serbixwe.
  • Ji aliyê Major Trotter ve hatiye teswirkirin dema dibêje çûna Şêx ber bi Iranê ve ihtimal el ji ber fikra ku hikumeta Iranê ji ya Tirkiyeyê genitir bûye û wê hêsantir be serxwebûnê ji desthilata Îranê bistînin.”
  • Berhema Şêx a helbestî ji me re têra xwe delil dabîn dike ku Şêx islamiyeta ne Kurd çiqas nîqaşbar dîtiye.
  • Lazim e Kurd dewleta xwe ava bikin da ku bikaribin “dinê xwe yî heqiqi” bijîn.
  • Nehrî di berhema xwe de Mesnewiya Celaleddîn Rûmî, şairê mutasewifê binavûdeng ê sedsala sezdemîn texlid dike û hewl dide wî ji nû ve bide naskirin.
  • Ji nameyên wî yên bo Abdulhemid II cuda, Şêx Ubeydulah di helbestên xwe de wek xelife qala Padişah nake. Li gor efserê ûris P. I. Averyanov, Şêx ji meşrûiyeta îdiaya osmani a ji bo xelifetiyê bawer nedikir. (1995: 214-216). Averyanov diyar dike, ev ji aliyê Kurdan jî ku bi giştî bawer dikirin “osmani xelifetiya misilmanan bi darê zorê stendine û hiqûqa îslamîyetê ixlal kirine.
  • Şêx Ubeydulah di wê nêrînê de bû ku têkçûna tirkên osmanî, digel hejmara wan a zêde, ji nîşaneya têkçûna wan a exlaqî pê ve ne ti tiştek bû.
  • Gazî kiribûn ku beşdarî cîhada li hemberî dagirkirina ûrisan bibin. Şêx dibêje “romi” qe dil nedikirin şer bikin, heta yek ji leşkerên wan wêrekî kiribû ji bo li dijî ûrisan şer bike tevlî Kurdan bûbû, dema hatibû dîtin ji aliyê payebilindên xwe bi tundî hatibû cizakirin.
  • Dibêje osmanî an romî, wek ku wan bi nav dike, minafiq in, îmana wan tuneye, bi derewa dibêjin em misilman in.
  • Ez çiqas qala bêedaletiya wan bikim nekim, ew ê li ba tiştên qewimiye ne tiştek be. Romiyan ji bo her yek soza ku di destpêka şer de dane me, bêşerefî kirine. Hemû tiştên me ji bo wan kir berhewa kirin. Wan soz dan wê li xwarina şervanên Kurd miqate bin û wan soza xwe xwar… Kirinên romiyan da xuyakirin ku hemû fedakariya Kurdan hewante çûye.
  • Tenê mêrxasî û dîndariya ereban bi qasi ya Kurda ye ji ber ku, li gor Şêx, ew ji heman kokê tên.
  • Şêx’Ubeydulah de têkelbûna neteweperweriyê û dîndariyê bi eşkereyî xuya dike. • Kurd bi giştî wek “paşverû” û “nezan” hatine şayesandin di serdema dawî ya osmani de.
  • Osmanî bawer dikirin ti milet “bêyî ku ronahiya îlim û îrfana Stenbolê bistînin” nikarin bên asta tegihiştina wan a modern a îslamiyetê.
  • Lê, xuya ye ev şêwe vejîn jî yên wek ‘Abduh ú Rida cuda dibe ji ber ku ‘Ubeydulah tenê li ser vejîna dînî ya di nav Kurdan de disekine. Şêx piranî bi rewşa Kurdistanê re elaqeder e; ev wî ji vejinerên din en misliman vediqetine. Şêx xuya ye ji Kurdistanê wêdetir bala xwe zêde nade cîhana misilman. Ew qirejiya li Kurdistanê wek qirêjiya teriqetên mutesewif dibîne.
  • Şêx Ubeydulah aîdê kevneşopekê bû ku di diroka islamiyetê de ji sedaqeta tajdidê (nûkirin) bawer dikir.
  • Mewlana Xalid, damezrinerê şaxa xalidi ya Teriqeta Neqşibendi
  • Li gor Şêx Ubeydulah, Kurdistan navenda ilmê bû û li cîhanê bala hemû kesên li dû zanînê digerin dikişand. Bazara ilmê li tirkiyeyê xira bibû û hema bêje alim li ber windabûnê bûn. Ewçax şagirten ilmê ku li ciyên ji navendê dûr dixebitîn, li ser axa Kurdan vir de wê de hatin tirkîyê û dest pê kirin forseke mezin bidin xwe. Ez, nivîskarê naçizane yên van rêzikan, wek şagirtekî li ser riya nîqaş û xebatê ji aliyê hin mirovên şareza hatim handan ku ilmê heqîqetê tiştan bi dest bixim, çawa ku Platon ji aliyê Sokrates hatibû handan.
  • Di sedsala 19emîn de, ev fikra jirêderketina misilmanan ji riya rast, yek ji awayê ravekirinên sereke ya serdestiya leşkeri, teknîk û zanistî ya Ewropayê li ser cîhana misilmanan bû.
  • Şêx Ubeydulah dewletê tenê wek saziyeke ku dikare nizam û ewlehiyê ava bike nabîne, lê wek aktoreke avakar a şaristanî an moderbûnê jî dibîne. Li gor wî, yek girîngtirîn rolên ku dewlet dikare bilize perwerdekirina xelkê ye. Ev yek ji girîngtirîn hokeran e ku Şêx ber bi dewleteke Kurd a serbixwe ve dibe.
  • Di nameya jor de, Şêx îdia dike hikumeten osmanî û îranî bi za- nebûn rê li ber perwerdeya ev eşîrên Kurdan digrin. Angast dike ev komên Kurd di “halê hov” de dihêle ku ev her du hikumet siyaseta xwe li Kurdistanê bikaribin bidomînin. Ji aliyekî ve, ji perwerdekirina gelê Kurd direvin û dihelin ev eşîr hemû sûcên kirêt bikin; ji aliyekî din ve jî, vê ji bo “resimkirina hemû Kurdan wek hov bi kar tînîn.
  • Ji bo bêtir agahi li ser mirektiyên Kurd bnr., Jwaideh (2006)
  • Xelîfe Seyîd Mihemed, xwezûrê Şêx Ubeydulah.
  • Şêx Ubeydulah, bi rêya wekîlê xwe, digot ne faris ne jî osmani naxwazin bo refaha Kurd û xristiyanan gavên giring bavêjin û fikra xwe xurttir dikir.
  • Mirovek çiqas bi qabiliyet dibe bila bibe an pêşiyên wi/wê çiqas biesil (ail-e najib) dibin bila bibin, pêdiviya wi/wê bi perwerdeyê heye ku bikaribe potansîyela xwe bi kar bîne (Nehrî: 121). Herwiha ji bo temsilkirina gelê Kurd zêr wek analojiyekê tê bikaranîn, dibêje digel ku zêrê xam heman made ye ku xişir jê tên çêkirin, ji bo bibiriqe û biqimet bibe divê li ser bê xebitandin.
  • Şêx Ubeydulah, li gor sînorên etnisiteya Kurd sînorên xwe yên dînî ji nû ve xêz dike. Şêx vejinerekî Kurdê misilman bû. Lê, vejineriya wî ya dînî vederker bû. Di texeyula wi ya siyasî de ciyê umeta Îslamî tunebû.
  • Şêx qedreke mezin daye rola dewletê ya perwerdekirina xelkê.

ŞÊXEKİ KURD Û CÎRANÊN WÎ YÊN XRISTIYAN

  • Piştî têkçûna serhildanê, Şêx Ubeydulah hat şandin bo Stenbolê ku lê du sal li sirgunê ma. Di 1882yan de, bi hêviya birêkxistina serhildaneke din ji Stenbolê reviya. Lê di nav demeke kurt de hewldanên wi hat astengkirin dema ji aliyê rayedarên osmanî ve hat girtin. Pêşî bo Musilê hat şandin, ji wir çû Mekeyê ku salek şûn de di 1883yan de lê koça dawî kir.
  • Gelek lêkolîner, tirsa Kurdan a ji ber avabûna dewleteke ermen a muhtemel wek tekane an girîngtirîn sedema serhildana Şêx a di 1880yî dibînin. Ên wek David McDowel jî hene ku bêyî ti delilên pêbawer parve dikin.
  • Osmanîyan serhildana wî wek bi hestên dij-xristiyanî bi rê ve diçe diresmandin.
  • Şêx Ubeydulah li Hekariyê ji dayik bûye û jiyaye.
  • Şêx Ubeydulah dibêje wî Mesnewiya xwe tenê bi armanca îzehkirina Mesnewiya Rumî ji bo Kurdan nivîsandiye.
  • Şêx Ubeydulah ji yekitiya dînan a gewherî bawer dikir.
  • Dîn guhertin, ne tenê guhertina baweriyên dînî ye, lê kirineke serhildêr e li dijî nîzama civakî-siyasî. Lê, Şêx, wek abideyek dîndariyê, rol modelek ku divê welatiyên wî Kurd dilê xwe bibijînê qala merivekî xwe yî dînguhertî, Kafi Beg” dike. Tevî dîndariya wî, Kafi Beg pir di xema perwerde û refaha Kurdan de bû; vê dikir ku Şêx jê re rêz bigire. Dibe ku, sedaqata Kafi Beg a ji bo perwerdeya Kurdan ji gerdûnxwaziya dînî bêtir bûbe sedema rêzgirtina Şêx a ji bo wî.
  • Em qebûl dikin ku ligel Kurdên baş ên xirab jî hene lê kes tuneye li perwerdekirina yên xirab bifikire. Şêx, perwerdeyê wek diyardeyeke bi ya dîrokî ve pêwendîdar, bi pêkanîna zanîn, desthilatdarî û têkoşînên miletan ên siyasî-çandî ve girê dide.
  • Osmanî û îranî ji bo ku Kurd perwerde nebin û pêş ve neçin, çi ji destê wan bê wê bikin.
  • Wan heta pitikên me ji me girtin avêtin nav sîtilên rûnê qijandî.
  • Şêx faris û tirkan ji ber kêmasiya “dindariya heqîqî û jidil” tawanbar dike.
  • Kurd ‘misilmantiya resen” jiyane û ev ‘di jiyana wan a pak” û “raserbûna wan a etik” de xwe nîşan dide.
  • Şêx Ubeydulah îdia dikir tirkên osmanî minafiq in.
  • Şêx Ubeydulah di wê baweriyê de ye ku Kurdistanê zindîbûna xwe winda kiriye. Dibêje vê rewşê kir ku xelk “li nav newalên nezaniyê de bigerin.” Li gor Şêx, faris û tirk vê nezanî û bênizamiya Kurdan ji bo xwe bi kar tînin. Wan tawanbar dike ku, ew vê rewşa heyî ji bo berdewamkirin û rewakirina hebûna xwe ya zordar bi kar tînin.
  • McDowell û Hakan Özoğlu delilên pêbawer peşkeş dikin.
  • Berhema wî ya helbestî, digel ku nerînên wî yên nijadî û neteweyî baş nîşan dide, nerînên wî yên dînî yên neortodoks nahewîne.
  • Bi riwangeya Ubeydulah, xwezaya karakterê yekî ya nijadî li ser naverok û pakiya dîndariya wî bandor dike.
  • Islama heqîqî” ji aliyê tecrubeya dînî û kirinên Kurdan tê temsilkirin ji ber ku ew tenê “xelkê ji dînê heqîqi” ne.

VEBÊJEYA DINI YA SEÎDÊ NÛRSİ DI WARÊ NETEWEYA KURD DE

  • Sirgûna wî ya sala 1925an
  • Nivîsên Bedîuzeman ên pêş-sirguniyê (1907-1925) sê meylên sereke ku piranî tevkariya fikrên wî kirine raber dikin: a) geşbûna Neteweperweriya Kurdî; b) Meşrutiyeta Osmanî û siyaseta dij-Hemîdî; c) di fikriyata islami de zêdebûna dinavhevdebûna dîn û neteweperweriyê.
  • Nivisen şexsî yetên ikonik ên wek Seîdê Nûrsî mînakên mukemel ên bandora neteweperweriyê ne. Nivisen Nursi yên pêş-sirgûnê vê rastiyê eşkere dikin. Nursi gelek hêjahiyên xwe yên dînî û etnik atfi Kurdbûna xwe dike.
  • Serhildana 1880yî, nêzî deh sal piştî serhildanê, hê jî di navbera dewlet û Kurdan de qelşeke mezin hebû.
  • Di medreseyên Kurdan de herî zêde zimanê erebî dihat fêrkirin û dewletê hewl da zimanê li Kurdistanê erebî bi kar bîne ji bo propagandaya siyaseta xwe. Avakirina dibistanên eşîrî” pêkhateyên vê siyaseta nû ya pişaftinê bûn li Kurdistanê.
  • Di sala 1908an de, Şêx Abdulselam Barzanî dewa otonomîya dînî-siyasî kir ji bo Kurdistanê.
  • Nedilxweşiya Şêxê Barzan ji siyaseta osmanî bi dawî nebû heta ku ji aliyê KIT (Komîteya Itihat û Terakî) ve di sala 1914an de hate idamkirin.
  • Raperîna li Bidlîsê ya di 1914a de, bi serkêşiya Mela Selim, mînaka vê dewama siyaseta Kurd a etno-dînî ye. Suat Parlar rast dibêje dema tekke û tekiyeyan pênase dike wek “navendên sereke yên belavbûna neteweperweriya Kurdi.”
  • Abduh idia dikir islam [di eslê xwe de] dînê ereban e.
  • Rida, îdia dikir ku vegirtina (occupation) ereban bi xwe re dewlemendi, halxweşî aniye, lê ya tirkan bi xwe re bobelat aniye ji bo welatên vegirtî.
  • Nursî bi dilsozîya Kurdan ya dînî îftixar dikir û şeref û wêrekiya xwe ya şexsî bi Kurdbûna xwe ve girê dida. Carekê, Nûrsî li dadgeha leşkerî (Harp Divani) ji ber darizandina xwe xeyalşikestî bûbû û xîtabî dadgehê wisa gotibû “bêyî ku bixirûr bim, em Kurd; dibe ku em bên xapan- din lê em naxapînin û em bo jiyaneke fanî derewan nakin.”
  • Seîdê Kurdî wiha dinivîsîne: “wek mirovekî li çiyayên Kurdistanê mezin bûye… Ji ber dewleta tirk a pişt-hemîdî çavê wî bêtir vebû, wî îlan kir ku ew “çiyayên bilind ên Kurdistanê, meskenê azadiya mutlaq tercihi medeniyeta Stenbolê” dike.
  • Di 1907a de, wî siyaseta perwerdeyê ya dewletê rexne kir û projeyeke nûkirinê pêşniyaz kir ku li wilayetên osmanî yên Kurd wê Kurdî wek yek ji zimanên fêrkirinê bihata qebûlkirin. Qesrê bertek nîşanî pêşniyaza Nûrsî kir û ew şand nexweşxaneyeke êqil. Ev berteka hişk a Abdulhamid li hemberî projeya Nûrsî tê gotin ji ber baweriya Siltên bû ku ew ê taliya talî rê li ber parçebûna Kurdistanê veke.
  • Tişta jê re zimanê dayikê (lisan-i maderzad) tê gotin, neynika belavbûna hesten mili, ava heyatê ye; û dara bi zehmeta edebî mezin bûye, pîvana zanînê û qistasa [asta kolektif a) şeref û bêqisûriyê ye… Ez diqîrim ku hûn bizanibin zimanê me yî nîşaneya şaristaniyê ye hişk bûye, têr nake, bê erk maye.
  • Di hin xebatên diroknûsiya tirk a neteweperwer de,” hewlen Seîdê Nûrsî yên ji bo xistina zimanê Kurdî nav pergala perwerdeyê û berteka Siltên a li hember Nûrsî ku bingeha wan etnik e, bi temami ji ber çavan tê veşartin.
  • Hin nivîskarên Kurd jî hewl didin aliyê neteweperwer ê fikrên Nursî ji ber çavan veşêrin. Wek mînak, xebata Malmisanij a derbare Nursî de teşebuseke bi vî awayî ye. Malmisanij, dîn wek neyareki ezeli yê meylên Kurd ên neteweperwer mehkûm dike.
  • Seîdê Kurdî dîroka xelifetiya osmanî wek dîroka îstibdadê didît û bi awayekî zimni bêîteatkariya Kurdan a li hember van rêveberan rûmetyar dikir. Carekê, xitabî hemalên li Stenbolê, Nursî bang dikir Kurd divê dev ji îtaeta şeş sed salî ya ji bo desthilatdariya zalim a tirk berdin, bila ew bibe dîroka nifşên kevn. Lazim e Kurd esaleta xwe nîşan bidin û tenê hikmet û zanebûna xwe bi kar bînin.
  • Di 1911a de, di Munazarat de, Nursî hewl daye bersiva vê pirsê bide: ka ji bo çi Kurd, digel “wêreki, şewq û şexsîyeta wan a istisna” li pey miletên cîranên xwe yên ku gelheya wan û hêza wan bi ya Kurdan re nayê miqayesekirin, dimînin?” Careke din, Nûrsi, îstibdadê wek giringtirin sedema kêmasiyên siyaseta Kurd dest nîşan dike.
  • Nursî angaşt dikir ku dewleta modern dikare bi hêsanî “îsla- miyetê û bratiya îslamî bi temamî hilweşîne” li ser navê “parastina islamiyet an xelifetiyê.”
  • Dewleta modern wek bargirê medeniyeta modern dinerî ku di zanist, tip û teknolojiyê de pêşketineke muazam pêşkêş dike. Li aliyekî din, dewleta modern kapasiteyeke hilweşînê û tundiyê ya nayêpêşbînîkirin sembolize dikir. • Nursî pêşniyar kir meqama şêxulislamtiyê bê nûkirin.
  • Nursî ji ber îhtimala peydabûna dewleteke tirk a neteweperwer pir ditirsiya.
  • Xilasiya xelife wek semboleke mezin a osmanîtiyê, reng e ku dihat maneya “parastina statukoya ku Kurdan bi saya wê hebûna xwe ya otonom berdewam dikirin.”
  • Nûrsî piştgirî daye serhildana Kurd a sala 1925a ku pêşengê wê Şêx Seîdê Pîranî bû.
  • Nurciyên tirk Fethullah Gülen, wêdetir diçin û îdia dikin “di temama jiyana xwe de [Nûrsî] li dijî faaliyetên Kurdperwer derketiye.”
  • Nûrsî helbet neteweperwerekî ne tûj bû û wek li jor hat raberkirin, di berhemên xwe yî pêş-sirgunê bi granî li ser Kurdbûnê, hişmendiya Kurd a neteweyî û çalakiyên Kurdî yên çandî hûr dibû.
  • Pêgirtiyên wî yên tirk hewl didin Kurdbûna wî wek bêehemiyet nîşan bidin, [lê] Seîd Nursî, bi taybetî destpêka kariyera xwe de, bala xwe taybetî dida ser nasnameya xwe ya Kurd… Beriya endamtiya wî ya di Komeleya Pêşketina Kurdistanê (KPK) [Kurdistan Teali Cemiyeti] de, nivîsên Seîdê Nûrsi DI Rojnameya Kurd a Hevkarî û Pêşketinê [Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi] de dihatin weşandin ku ji aliyê Rojnameya Kurd a Hevkarî û Pêşketinê ya di 1908an de hatibû damezrandin, dihat derxistin. Li gor Tarik Zafer Tunaya, dîrokzanê tirk, Seîdê Nûrsî endamekî Komeleya Belavkirina Perwerdeya Kurdî (Kürt Neşri Maarif Cemiyeti ) ku di 1919an de ji aliyê endamên KPK hatiye damezrandin.
  • Tevî vê, wek berê jî hat diyarkirin, Nûrsî endamekî şandeya Kurd bu ku bi nûnerên amerîkî û frensiyan di sala 1919a de li Stenbolê hevdîtin pêk anîbûn. Peywira şandeyê, bi berpirsên biyanî re muzakerekirina daxwazên Kurd ên ji bo Kurdistana serbixwe bû digel ku dewleta osmanî li dijî faaliyetên vî rengî hişyarî dida.” Têra xwe balkêş e, Nursî bû ku ji nûnerên amerîkî re gotibû ji bo Kurdistan bibe dewleteke jîndar, pêwîst e xwe bigihêje deryayê.
  • Ihtimaleke mezin, Nursî ji tundî û şerê nav misilmanan ê bo pêkanîna dewletekê, reviya. Bi ditina Nûrsi, ji bo miletbûna şerê bi misilmanên din re wê bibûya miletperweriya nerênî û wê înkara êdin (tenakür) çêbikira.
  • Li gor neviyê Şêx Seîd, A. M. Fırat, di 1925an de wî dev ji şer berdabû û têkçûna xwe qebûl kiribû.” Îdiayên Firat xuya ye hêvîşikestina pêşengên serhildanê jî, birayê Nûrsî Mela Abdulmecîd jî tê de, vedibeyîne.
  • Nursî dibêje “min heyfa ezîztirîn û mutebertirîn birayê xwe Şêx Seîd hilanî -ez ê hilînim.” Eynî Şêx Seîd gotibû, îslamiyeta tirk û xelife “400 sal e îslamiyetê îstismar dikin ku Kurda dîl bigirin.” A din, Nûrsî girêdanên wî yên malbatî û hevaltiyê hebû bi serkêşên Azadiyê re û her wiha bi yên Serhildanê re jî. Ne tenê birayê Nûrsî roleke wî ya sereke hebû di Azadiyê de, ew bi pêşengan re jî, yê navdartirîn Xalid Begê Cibranî bû, di nav têkiliyên nêz de bû heta Îlona 1924a. Ev hemû didin xuyakirin ku Nursî rewabûna armanca serhildanê nedida ber pirsa lê rêbaza wan ne li gor wî bû.
  • Hişmendiya Kurdan a neteweyî dişibe morîkên tizbiyeke ku benikê wê qetiyaye.” (Wi nexwendebûna berbelav a Kurdan û nelihevkirinên wan ên navxweyî wek astengên sereke dîdit li ber geşbûna hişmendiya neteweyî. Wî bawer dikir, dema yek ferdekî milet bibe tecesuma kolektîvîteya xwe, ewçax çêbûna hişmendiyeke rasteqîn pêk tê.
  • Di 1908a de Nursî di axaftineke xitabî Kurdan de nêrînên xwe zelal kir: “Ey! Gelî Kurdan, di hevdugirtinê de hêz heye, di yekîtiyê de jiyan heye, di biratiyê de seadet heye û di dewletbûnê de jîyan heye. Sê mucewher hene ku muhtacî parastinê ne: islamiyet, mirovayetî û miletbûn.” Kurd hê di ezab de ne ji ber mezintirîn neyarên xwe: cehaleti, feqîrî û nelihevi.” Kurd dikaribûn ji neteweperweriya ermenan fêr bibin; Ermenan dikaribûn “me ber bi hişyariyê û pêşketinê ve bibin; [lewma) em bi kêfxweşî destê hevaltiyê ber bi wan ve dirêj dikin.”
  • Nûrsi her diçû zêdetir ditirsiya ji bêperwatiya dewleta modern û şiyana wê ya bikaranîna tundiya bêhed.
  • Jiyan-nameya Seîdê Kurdî ya trajîk bi hêviya vekirina zanîngehê li Kurdistanê dest pê kir û bi eynî hêviyê jî bi dawî bû.
  • Nursî hêviyên wî pir zêde bûn ku Şoreşa Meşrutiyetê wê gelek tiştên baş jê derkeve, hêviya mezintirîn jî perwerdeya Kurdan bû. Lewma, wî îlan kir “wê di demeke kurt de li ciyên qet dibistan tunene wê dibistan bên avakirin û yên kevn jî bi yên modern re bên guhertin (li devera Kurdistanê].”
  • 1950yî de, bi dehan salan piştî sirgunê, Nursî hê jî hêvî dikir bangewaziyên wî ji bo guhertina siyaseta tirk dibe ku tiştek îfade bike. Ji ber vê, wî careke din daxwaza xwe ji bo li Kurdistanê zanîngehek bê vekirin dubare kir. Çi mixabin, di payîza temenê xwe de û niha ji bo cara dawî, Nursî dîsa bi neyartiya berdewam a li hember daxwaza wî ya ji bo perwerdekirina gelê xwe hêvîşikesti dibû
  • Di sala 1907an de çû Stenbolê ku Siltên qanih bike ji bo piştevaniya projeya xwe, lê şoreşa tirkên gênc a 1908an hewldanên wî rawestand. Piştî misto kamal hat ser hukim jî wî di armanca xwe de israr kir, lê di vê rejîma sekuler û neteweperwer de armanca wi ne gengaz bû bi cî bê. Di 1951ê de jî, piştî ku Partiya Demokrat bû desthilatdar, Nursî careke din fikra xwe ji bo avakirina zanîngeheke li rojhilata tirkiyeyê avêt holê, lê dîsa bi her alî ve hat redkirin.
  • Nursî wek bawermendekî miletperweriya erênî/musbet ma.

EMILANDIN Û ISTISMARKIRINA TÊGEHA XELIFETIYÊ Û ŞOREŞA ŞÊX SEÎD

  • Dîndariya Kurdan, wek ya civatên din ên misilman, neteweperweriya wan tenzim kiriye.
  • Nursi ji têkiliyek wî pir nêz hebû bi pêşengên xwedîbandor ên serhildanê û brayê wî bi xwe jî di nav pêşengên raperînê de bû.
  • Nursî tolhildana ji bo Şêx Seîd îlan kiribû.
  • Şêx Seîd pêşengê Serhildana 1925a û îkonê anti-kemalizma Kurdî bû.
  • Şêx bi Kurdên başûrî re di nav pêwendiyê de bûye. Diyar e, di 1916-1917an de wî Mistefa Barzaniyê ciwan dîtibû.
  • Tê gotin, “Şêx şêst hezar pêgirtiyên wî hebûn û seydayê donzdeh alimên Kurd ê navdar bû.”
  • Azadî dikaribû hemû rêxistinên Kurd ên siyasî wek Komeleya Pêşketina Kurdistanê (KPK), Hêvî, Demokrat û Sosyalistên Kurdistanê û Komîteya Serxwebûna Kurdistanê ya Yusuf Ziya damezirandibû û bi rêve dibir, daxilî nav xwe bike.” Di raperîna xwe ya li Beytuşebabê di sala 1924an de, Azadiyê bi seferberkirina zêdeyî 500 leşker û efseran qabiliyeta xwe ya rêxistinî nîşan dabû.”a
  • Kurdan, damezrandina Komarê wek ihlala hukmên kongreyên Sêwaz û Erziromê û hemû peymanên din dîtin ku Imperatoriya Osmanî wek 1924 welatekî pirneteweyî qebûl dikirin.” Di Îlona sala du re, raperîna neserketî ya Beytuşebabê rû da. Meha Kanûnê de, Xalid Begê Cibranî, serokê Azadiyê hat girtin. Çend meh şûn de, xezûrê Xalid Beg Şêx Seîd hew dît di nav şerê bi dewletê re ye.” Provakasyona dewleta kemalist amadekariya Şêx a ji bo şer ji hev belav kir.
  • Şêx bang dikir “ji ber ku tirkan dev ji dînê xwe berdane û qibleya xwe zivirandine aliyê Rojava (yanê ber bi Ewropayê ve, lazim e em dewleta xwe li ser esasê îslamê ava bikin.
  • Bi henceta dîn û xelîfeteyê, 400 sal e tirk û osmanî me ber bi xulami, tarîtî, cahilti û hilweşînê ve dibin… Wek koçber hatin nav me û bi fen û futan welatê me dagir kirin û ew wêran kirin. Kurdistan di dîroka xwe de ti car ewqas wêran nebûbû.
  • Gorê hişmendiya eşîr û civatên dînî, parastina Kurdbûnê dihat maneya parastina îslamê.
  • Şêx Ubeydulah û Şex Seid hemû samimiyeta islama tirkan dida ber pirsan.
  • Şêx Seîd cudatiyên dînî yên di nav Kurdan de piştguh dikir. Wî ji dilucan hewl dida Kurdên elewî jî wek ên suni seferber bike.
  • Ger Şêx Seîd birra ji xelifeti tesewir kiribe, hemû nîşan raberî me dide ku ew ê xelifetiyeke Kurdî bûya. A din, wek hemû talibên xelîfetiyê, xelîfetiya wî jî wê neteweperwer bûya. Rastiya ku dewleta Şêx Seîd a muhtemel bi Kurdistanê re sînordar bû hokereke girîng e û divê neyê piştguhkirin.
  • Fasê heta Hindistanê tevgerên curbecur ên xelifetiyê hebûn, hema bêje hemû jî xwedî helwestên lokal û neteweyî bûn.
  • Şêx xelîfetiya tirk dida ber pirsan û ew “xapîner” didît. Loma, sînorên xelîfetiya wî -ger ev armanc kiribe jî- wê ji sinorên Kurdistana muxayel wêdetir neçûya.
  • Armanc : Avakirina Kurdistaneke serbixwe.
  • Ti delil tunene ku Şêx dixwest ji “dewleteke Kurd a misilman” wêdetir xelifetiyekê ava bike.
  • Peşengekî Kurd ê civatî bi navê Şahîn Beg miraq dike Kurd çawa dikarin hê jî wek rehînên tirkan bijîn.” Û lê zêde dike “piştî demeke nêz, Enqere wê wek gurekî birçî hemû herêma Kurdan bixwe û tecawizi namûs, mal û milkê wan bike.”
  • Lê, “seferberiya rizgarkirina îslamê” jî bi taybetî Kurdkî bû.
  • Beriya ku were ser meseleya “Xelifetiya pîroz”, ew qala “dîroka Kurdî ya serfiraz” dike ku “30 sedsal berê” dest pê kiriye.
  • Şêx Seîd derfet bi dest xistibû ku ji bo Kurdan dewletekê ava bike û misilmanên tirk ji dewleteke tirk a beralî-Rojava re bihêle. Loma, serhildana Şêx Seîd divê wek têkoşîneke ji bo avakirina “dewleteke misilman a kevneşopî” di nav sînorên taybet ên etnîk û cografi de, bê dîtin. Di bersiva xwe de ku di 1925a de dabû dadgerê Dadgega Ewlehiyê ya Tirkiyeyê. (İstiklal Mahkemesi) Şêx ev xal zelal kiriye. Şêx serhildana xwe wek teşebiseke ji bo “rizgarkirina Kurdistanê” pênase kiriye.
  • Deqên darizandina Şêx Seîd ti gumanê nahêle ku di hişmendiya wî de islam û Kurdbûn nikaribû ji hev veqetin. Bo çi we xwest kontrola Diyarbekirê bi dest bixin? Bo ku destê dizan jê bikin… li gor ilmê îslamê tiştên baş bikin. Hedefeke me ya neteweyî heye û em amade ne mal û milkê xwe û jiyana ji bo serketina vê hedefê bikin qurban. Em ne xayin in. Me ji bo rizgarkirina Kurdistanê û miletê Kurd şer kir.” Li eywana dadgehê Sex got “wî tevgera xwe wek bersivek bo arezûyên Kurdan ên bo çêkirina Kurdistaneke serbixwe, daye destpêkirin.
  • Ji ber vê çendê, dîroknûsiya Kurdî ya neteweperwer jî hewl daye hokera dînî ya di raperîna Şêx Seîd de di tariyê de bimîne.
  • Abduhalik Renda. Inonu, Renda wek lêkolerê taybet peywirdar kiribû. Elbet, A. M. Renda ku rapor amade kiriye, nikaribûye ihtimala ku serhildan bi carekê ve him dînî him neteweyî be bibîne. Loma, dema aliyê neteweyî yê serhildanê diyar bû, xuyaye mufetîşê taybet nikaribu bihevrebûna neteweperweriya Kurdî û îslamê ferq bike.
  • Destpêkê de, dewletê pir cehd kir ku mezinbûna serhildanê û girîngiya wê veşêre. Kemalistan hêvî kirin ku daxkirina wê wek “eşkiyatî”ya lokal wê têr bike bûyerê ji ber çavan birevînin.
  • Okyar ilan dike ku “meseleya heqiqî Kurdayetî (Kürtçülük) ye ku bi propagandaya restorasyona siltanî, xelifetî û şerîetê hatiye kamuflekirin.
  • Di seferberiya propagandaya li hundir, dewletê Kurd bi suîstimalkirina şerietê tawanbar dikir. Nedixwest meşruiyeta dînî bide muxalefeta xwe.
  • Rojnama Vatanê ragihandiye ku Şêx Seîd dewa pêxemberiyê kiriye.
  • Di propagandaya xwe ya navneteweyî de, dewleta kemalîst hewl dida aliyê dînî yê serhildanê dupat bike û aliyê wê yî neteweyî minîmîze bike.
  • Beriya peymana Lozanê de naskirina kemalîstan a otonomiya Kurdi ku piştî wê biryara 1924an a ji nişka ve derket li ser tirkbûna temama gelheya misilman a tirkiyeyê. Peymana Lozanê ya di 1923ya de Kurd gelekî cuda tên dîtin.
  • Bi pêkvegirêdana serhildanê bi siyaseta Brîtanyayê, hewldan hebûna neteweperweriya Kurdî ku di serhildanê de hatibû îfadekirin, veşêrin. Hêvî dikirin Kurdan qanih bikin ku serhildan komployeke Britanyayê bû ji bo têkbirina “bratiya îslamî” ya Kurd û tirkan. Kemalîstan xwestin ji vî alî ve serhildanê ji meseleya Kurd veqetînin.
  • Belgeyên dewleta Iranê eşkere dikin, “tirk her tiştî dikin ku rê li ber pevçûneke bi Kurdan re bigirin. Hewl didin Kurdan qanih bikin ku ji ber tevkariya wan a bi Brîtanyayê re şêxên wan [an pêşengên wan] kuştinê.
  • Wekî din, ji 1919a vir ve, rêveberiya Kolonyal a Brîtanî bi awayekî pir tund li dijî her cure çalakiyên serbixwe yên Kurdan ên siyasî bûn, çi dibe bila bibe. Her cure çalakiyên Kurdî yên neteweperwer wek xetereyeke potansiyel û astengekê diditin li ber têkilidanîna li herêmê ya siberojê.
  • Di vê serdemê de, kemalîstan ji ber ku hewl didan neteweperweriya Kurdî notralîze bikin, bi taybetî li Kurdistanê parastvanên mezin ên xelifetiyê bûn.
  • Di 1918a de, kemalistan Vilayat-i Şarkiye Müdafaa-i Hukuku Milliye Cemiyeti (Komaleya Parastina Mafên Neteweyî yên Wilayetên Rojhilat) damezirandin ku peywira wê ya sereke li ser navê îslamê bi neteweperweriya Kurdî re şerkirin bû.
  • Ji aliyê şexsiyetên wek Suleyman Nazif ku dema serdema ITPê de waliyê Musilê bû, bi pelçikandina Kurdan ve dihat naskirin, hat avakirin.
  • Kemalistan xelifeti wek sembola yekitiya dini ya di navbera Kurd û tirkan de derdixistin pêş da ku rê bigirin li ber neteweperweriya Kurdi ya li ber geşbûnê ye. Di heman demê de, bala hêzên kolonyal jî dikişandin ser bêitiatî û fanatizma Kurdan. Hêzên kolonyal hişyar dikirin ku ger ne ji desthilatdariya xurt a dewleta tirk be, Kurd wê wek hêzeke eşîrî ya bêkontrol herêmê bi heydûdî û talanê tehrib bikin. Pêşniyaz li hêzên împeryalist dikirin ku ji bo qenciya hemû aliyan e ger Kurd li tirkiyeyê bimînin, ji ber ku li vir dikarin di nav hefsarekî şijdiyayî de bimînin.
  • Lê, artêş wek kakila neteweyê tê îdrakkirin.
  • Wek ku Muhamed Iqbal çavdêrî dike, tirkên ciwan erka îslamê bi ya dewletê bi xwe ve dikirin yek. Ev boçûna misto kamal a derbarê fêdeya islameke neteweyî û neteweyîkirî ya di xizmeta dewletê de
  • Gökalp li Erebistanê di dewra Pêxember de tunebûna burokrasiya dewletê tawanbar dike ku muctehîdên takekes derneketine û bûye sedem çîna dînî peyda bibe. Gökalp îdia dike, ger Imperatoriya Rom an Persî îslamiyet qebûl kiribana, Pêxember pergala wan a siyasî nediguhert. Gökalp ji ayeta jor îlham digre û di helbesteke xwe de wiha dinivîsîne: “Itaatî Xwedê bike, dû re Pêxember û dewlet, dibêje Qur’an.
  • Di neticeye de dibêje ku, saziya Şêxulîslamî û saziyên din ên olî, xelîfetî jî tê de divê erkên wan ên zagonçêkirinê tunebin
  • Ji xelifetiyê heta 1923ya, misto kamal bi eşkereyî ev sazî rexne nekir. •
  • Safvet efendi ilana Komarê wek “damezrandina rêveberiya Xwedê” îlan dikir
  • Kemalist qanih bûbûn ku her diçe ew têrê nakin ku bikaribin heq werin ji rehenda navneteweyî ya siyaseta xelîfetiyê. Êdî bûbû dubendiyeke pir mezin. Wek berê hatibû diyarkirin ku, Peymana Lozanê ku rê li ber naskirina tirkiyeyê wek dewleteke serwer vekiribû
  • Misto kamal di axaftineke xwe ya di parlamentoya tirkiyeyê de israr dikir ku efxan, hindi an misri ti girêyên wan ên dînî bi tirkan re tuneye. “Berovajî vê,” digot, “ji bo hedefên xwe yên neteweyî (milli mefkureleri) me wek berxikên qurbanê bi kar tînin. Dewama axaftina xwe de ji neteweyên misilman re dibêje “ne ez dixwazim bi rêya xelifetiyê bi min ve bên girêdan ne jî dixwazim hûn ji bo heftê milyon Hindîyan heşt milyon tirk bikin qurban.”
  • Curzon rê li ber tirkan dixist ku ji bo “ji Ewropayê alîkari bistînin, divê burokrasiya rojavayî û standardên rêveberiyê qebûl bikin.
  • Kemalîstan hewl dan ku betalkirina xelîfetiyê ji aliyê dînî ve rewa bikin.
  • Seyyid Beg ewqas pê de çû ku rakirina xelifetiyê wek “şoreşek ku ji aliyê Xwedê ve hatiye tesdiqkirin” îlan kir.
  • Têgeha irticayê ji bo dewletê têgeheke pir girîng bû.
  • Bi avakirina diyanet işleri, Islam ji nû ve hat politizekirin da ku piştevaniya projeya dewletê ya sazkirina neteweyê bike.

HÊMAYA KURD DI DÎROKNÛSIYA DEWLETPARÊZ DE; MINAKA SIMKO

  • Simko yekem rojnameya Kurdî-farisî derxistiye û Kurdî kiriye zimanê fermi yê desthilatdariya xwe.
  • Di peywenda Îranê de tunebûna rewşenbîrên xwemalî (organik) yên xurt dikare wek mezintirîn kêmasiya di bertekên Kurd ên li dijî projeyên neteweperwer bê pejirandin.
  • Gotara dewletê nerazîbûnên etno-neteweperwer wek eşîrtî bi nav dikirin da ku wan ji rewatiya etnik an neteweperweriyê bêpar bihêlin. Muameleya hember berxwedana Simko ya di dîroknûsiya dewletê de yek ji girîngtirîn mînakên vê rewşê ne. Benedict Anderson vê tevlîheviya neteweperweriyê wek tiştekî ku li her derê be lê her der jî xwedî taybetiyên xwe yên herêmî be, dest nîşan dike
  • Civateke muxayel’ dawa mafê pêkanîna ‘mutabaqata neteweyî û siyasî dike’ (bi qewlê Gellner) • Her derbirîn an “bilêvkirinên dînî an wekî din ku mafên kolektif bi xwe-atfkirina civatê ve girê dide modern e, neteweperwer e û dikare di nav paradigmaya siyaseta neteweperwer de bê bicîkirin. Her wiha, ev gotar Simko di nav sînorên etno-neteweperweriya Kurdî de bi cî dike.
  • Simko, piştî ku birayê wî yê mezin Cafer Axa sala 1905a de ji aliyê waliyê Tebrîzê, Nizam el-Saltana, bi fermana weliahtê şah hat kuştin, wek serokê eşîra Şikak hat hilbijartin.
  • Salên xwe yên 20an de bû, eşîra Şikakê, duyem mezintirin eşîra Kurd li Iranê • 1913 bi alikari û rêbertiya Abdulrezaq Bedirxan, Simko li Iranê, Makûyê yekem dibistana Kurdî damezrand. Sala din Bedirxan û Simko hewl dan li bajarê cîran, Koyê dibistanek din a Kurdî vekin lê rastî muxalefeta rayedarên dewleta Iranê hatin.
  • Abdulrezaq Bedirxan yek xwendekarên baştirin ê modernistê sedsala 19emin Haci Qadire Koyî bû.
  • Konsolosê ûris ê alîkar Chirkov li Urmiyeyê piştgiriya daxwaza Bedirxan kir û cara yekem li Makuyê 27ê Cotmeha 1913a de dibistaneke Kurdî vekir.
  • A. Bedirxan piştevaniya fikra nivisandina Kurdi bi elfabeya krili dikir. Diyar e A. Bedirxan difikirî ku pejirandina çanda ûrisî ji berdewama bandora tirkî û farisî çêtir bû.
  • Dema Simko ji bo dibistanê zikat dida hev, Bedirxan hewl dida Kurdan li dijî tirkên osmani biçek bike.
  • Simko û dewleta Qaçar jî ermen ji xwe re wek tehdît didîtin; di heman demê de, Kurd û asûrî jî ji bo kontrolkirina Urmiyê bi hev diketin.
  • Dewleta qaçar Simko teşwîk dikir êrişî xristiyanan bike. Bi saya vê teşwîkê Simko bi xayintî Mar Şimon, pêşengê asûriyan, kir dafikê û ew kuşt.
  • Dema Mar Simon Simko dibîne, bêyî ku haya wî ji dafikê hebe, ji Simko re dibêje “ev welatê bi navê Kurdistan welatê me hemûyan bû. Lê, ciyawaziyên dînî bobelata niha bi ser me de anî û em ji hev dûr xistin.” Vêga, divê em yek bin, dawa welatê xwe bikin û ji nû ve dest pê bikin bi hev re bijîn. Lê, kirina Simko li ber ‘koalisyona etnik’ bû asteng.
  • Simko li herêmê bû bihêztirîn mirov bû. Di 1918a de, alîkarê waliyê Urmiyê di paketeke şekir de diyariyek bi jehr şand bo Simko da ku wî bikuje. Ev bû sedema mirina birayekî wî.
  • Gelek jê xwedî paşxaneya artêşa Qaçar, ji dêvla serekeyên xwe yên şiiyên azerî, serweriya Simko tercih dikirin • Piraniya mezin a Kurdên li vê herêmê suni bûn. Lewma sunitî û Kurdbûn hema bêje hemwate bûn.
  • Artêşa Simko ya bi uniforma alek wê hebû; li ser sureyek Quranê (61:13)
  • Navê rojnameya Simko Kurd bû.
  • Shagawat, him dewleta iranê him a tirkîyê mixalefeta Kurd wiha bi nav dikin.
  • Kurd û ecem car bi car bi hev re tevdigeriyan jî, hin nîşane jî hene ku Kurd û eceman her tim hevdu wek misilmanên rasteqîn qebûl nedikirin.
  • Kurd ji cîranê xwe ermen û asûriyan re wek bira bûn heta ku 4 sal berê îraniyan bi dek û dolaban her du milet jî xapandin û [cîranê wan] feqirê miletê Kurd wêran kirin.
  • Di Sibata 1919a de, serokên civata Kurd civand da ku ilana dewleta Kurd niqaş bikin. Lê ilankirina dewletbûnê bi hişyarkirina Seyid Taha Nehri, şêwirmendê wî yê sereke, hat taloqkirin ji ber ku wî bertekên mihtemel ên hêzên rojavayî dizanibû. Piranî ji ber vê bû ku rayedarên brîtanî di wê baweriyê de bûn hebûna Simko dikir ku “heta ew neyê cizakirin wê xristiyan nikaribin vegerin vê herêmê.
  • Kurdan sibehekê çar caran êrişî me kirin… Ev cure şerkirin ne li gor eşîran bû… Şerê bi hêzên Simko qet nedişibiya şerên berê yên bi Kurdan re.” Sedem ev bû ku hêzên Simko “ji bo otonomiya xwe şer dikirin.”
  • Hêzên Simko bi awayekî bêveger têk çûn.
  • Simko di sala 1930î de talî ket dafikê û hat kuştin.
  • Di gotara fermî ya Îranê de artêş û netewe yek in.
  • Dewleta Îranê, wek a Tirkiyeyê, bi rêya eşîrkirina Kurdan, wan dixe nav qefesekê ku dibe mînaka tişta Butler û Spivak wek awayekî taybet ê “desthilatdarî û çespandinê ku ji bo hilberandin û berdewamkirina rewş û halê yên mehrûmkirî hatiye dizaynkirin”.
  • Di gotara dewleta destpêka sedsala bîstemîn de bikaranîna “eşîrtî”yê dişibe “terorîzm”a îro.
  • Şaristanîkirina bi darê zorê dibe peywira netewe-dewleta modern, ji ber ku eşîr wek mewcûdiyeteke “pre-modern” bêdil, bêqabiliyet an pir giran e ji bo hembêzkirina guherînên bilez ku ji bo gihiştina modernbûna medenî pêwîst in.
  • Deus ex modernitate (Xwedayê ji modernîteyê)
  • Diroknúsiya farisan hewl dide neteweperweriya Kurdî bêitibar bike. Dewleta Îranê û hemû aligirên wê yên bijare yên ji paşxaneyên leşkerî û rewşenbiriyê serhildana Simko wek ji aliyê neyarên biyanî îstismarkirina meylên wî yên eşîrtiyê ku hedefên wî yên etnîk û rewatiya wan a muhtemel bi temamî bêîtibar dike, tê teswîr kirin. Etnîsîte wek yek ji sedemên muhtemel jî nayê dîtin.
  • Simko di dema desthilatdariya xwe de, wek serokekî neteweyi dihat ditin. Li Mahabade helbestvanekî navdar, Seyf el- Quzat helbestek nivîsand ku tê de pesnê Simko dida wek serokeki istisna ku maf û şerefa Kurdan diparêze
  • Resmê Simko yê baştirîn jî nakokbar e.

DIPEYIVIM; LOMA EZ ÂDEM IM’: DI QUR’ÂNÊ DE MESELEYA ZIMÊN Û BÛYÎNA MIROV

  • Xelîfe serweriya pîroz a xwedî îmtiyaz işaret nake lê ji dêvla vê peydabûna mirovên diaxivin (homo loquens) nişan dide.
  • Wexteke pir dirêj girtiye ku însan bibe tiştekî hêjayî behskirinê (shay an madhkürâ)
  • Ali Şeriati yekem car cudahiya navbera beşer û însen dest nişan kiribû.
  • Çendîn şîrovekarên Qur’ânê diyar dikin ku Âdem ne yekem nişteciyê li ser rûyê erdê ye. Abdullah Muhammad al-QurTubi
  • Şirovekarên klasik kêmtir bi hewes in ku xelife bi awayê wekîlê Xwedê şîrove bikin. Lê wek di destpêkê de hat diyarkirin, misilmanên modern ku bi gişti pir dixwazin di Qur’ânê de modelên cuda yên sîstemên siyasi bibînin peyva xelife wek ku wekilê Xwedê işaret bike werdigerînin.
  • Pêşiyên Adem suc kirine û xwîna mirov rijandinê.
  • Maudidi jî, lêkolînerekî İslamîst ê sedsala bîstemîn bawer dikir, afirandina mirov ‘ji sê gavan pêk tê: 1. Destpêkkirina afirandinê; 2. Gihiştina tekamulê; û 3. Biruhkirin.
  • Ziman an bayânê (derbirîn), beşer kir însan. Homo loquens an mirovê axivêr.
  • Li gor Qur’ânê, milyaket an şeytan jî tê de, ji însên pê ve ti mexlúqat nikare hemû tiştan ji hev cuda bike, kategorize bike an bi nav bike.
  • Gor pênaseya Qur’ânê, tê diyarkirin însan encama wexteke besinor e.
  • Bi peydabûna zimên başî û xirabî jî derketin. Bi têgehên Qur’âne, însan bi xwedîbûna ‘zimanekî (lisânan)” û du lêvan ber bi du aliyên dijber (najdayn) ve’ hat şandinê. Şerê bi xirabiyê re encama rasterast a xwedîbûna zimên bû.”
  • Şeytan di temênê mirov de [ye], ji ber ku beriya Adem Şeytan tunebû û ji xwezaya mirov cuda Şeytan nikare hebe. Şeytên ‘bi Adem “ dest bi kariyera xwe kir; her du hevalê hev in (temenê wan yek e).
  • Taberî behsa komek mirovên heft kesî dike ku ji bajarê Kurdan Nisêbînê hatine. (Divê sedem ev be ku hin caran ji bo Kurdan kurên cinan tê gotin).

Leave a comment

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.